Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2019-08-23 11:44:16   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û vasisê wî Mazlum Dinç, bi boneya li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Birayê Omer Hayri Konar, Emin Konar; birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysi Aktaş, Melihe Çetin û keça wî Eylem Çetin bi heman armancê seri li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş piştî sala 2015’an yekem car di 5’ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019'an hevdîtin kiribûn.