Li Rihayê di mehekê de 4 jê zarok 11 kes di avê de fetisîn 2019-08-23 11:09:07   RIHA - Li Rihayê di mehekê de 4 jê zarok 11 kes di qanalên avê, Çemê Firatê û Bendava Ataturk de jiyana xwe ji dest dan.    Li Riha û navçeyên Rihayê di mehekê de 4 jê zarok bi giştî 11 kes di kanalên avê, Çemê Firatê û Bendava Ataturk de fetisîn. Herî zêde li Bendava Aturk a li navçeya Hewagê mirov fetisîn. Herî dawî li navçeya Sîwêregê karkerên çandiniyê Nuray Karabulut (16) û Gurbet Yaman (23) dema ketin ava bendavê fetisîn û jiyana xwe ji dest dan.    * Di 22'ê Tîrmehê de Edip Kiliç di çemê Firatê de fetisî û jiyana xwe ji dest da.  * Di 28'ê Tîrmehê de Mustafa Kiliç li Bendava Ataturk a Hawagê fetisî û jiyana xwe ji dest da.  * Di 4'ê Tebaxê de li navçeya Akçakale zarokê 13 salî Mehmet Altun, di qanala avê de fetisî  * Di 4'ê Tebaxê de li Taxa Sirrin a Navçeya Haliliye Îsmail Demîr ê 16 salî di qanala avê de fetisî.  * Di 14'ê Tebaxê de li Hawagê Halîl Ekinci ê 35 salî dema ket bendavê fetisî û jiyana xwe ji dest da.  * Di 19'ê Tebaxê de li Gundê Saf ê Hewagê Nimet Beden (33) û Sidika Yildirim (38) di Bendava Ataturk de dema zarokên xwe rizgar kirin fetisîn.  Zaroka wan a 13 salî Elif Naz Çoban jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.  * Di 21'ê Tebaxê de li navçeya Halîliyê penaberê Sûriyeyî Habip El Mehmet (25), di kanala avê de fetisî.  * Di 22'ê tebaxê de li Sîweregê karkera çandiniyê ya 16 salî Nuray Karabulut û ya 23 salî Gurbet Yaman di bendava Ataturk de jiyana xwe ji dest dan.