Qeyûmê Wanê kurdî rakir 2019-08-23 10:16:36 WAN - Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, di hesabê fermî yê şaredariyê de kurdî rakir.    Waliyê Wanê  Mehmet Emîn Bîlmez ku di 19'ê mehê de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve weke qeyûm Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, di hesabê fermî yê şaredariyê de kurdî rakir. Nivîsa "Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê" ya li ser hesabê Twîtterê yê şaredariyê rakir, li şûnê nivîsa "Van Büyükşehir Belediyesi" bi cih kir.    Qeyûmên ku beriya hatibûn tayînkirin jî detpêkê nivîs û tabeleyên bi kurdî rakiribûn.