17 kesên li Enqereyê hatin binçavkirin hatin berdan 2019-08-23 10:16:11   ENQERE - Li Enqereyê 17 kesên ku tayînkirina qeyûm şermezar kirin û hatin binçavkirin hatin berdan. Di navda wan de zarokê 12 salî jî hebû  û rastî îşkenceya polîsan hatibû.    Platforma Mamakê, li Qada Tuzluçayir a Enqereyê bi armanca tayînkirina Qeyûm şermezar bike çalakî li dar xistibû. Polîsan mudaxale kiribû û di navde zarokê 12 salî jî heye 17 kes binçav kiribûn. 17 kesên li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê îfade dan serbest hatin berdan.