Li Stenbolê yek ji rojnamger 8 kes hatin binçavkirin 2019-08-23 09:37:34 STENBOL - Li Stenbolê di serdegirtinên malan de yek jê rojnameger Taylan Oztaş bi giştî 8 kes hatin binçavkirin.    Polisan li navçeyên Pendîk, Bayrampaşa û Beşîktaşê yên Stenbolê bi awayekî hemwaxt bi ser malan de girtin û nûçegîhana Rojnameya Ozgur Gelekê Taylan Oztaş jî di nav de bi giştî 8 kesan binçav kirin. Hat hînbûn ku her heş kesan jî birine Miduriyeta Polisan a Stenbolê û sedema binçavkirinê wan nayê zanîn.    Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: Çetîn Aslanboga, Orhan Turker, Nedîm Genç, Aydin Kiliçdere, Fûrkan Akinci, Alî Kadîr Guler, Bîrkan Polat, Taylan Oztaş.