Dersimî: Li dijî bêhiqûqîtiyê em bi hev re tev bigerin 2019-08-23 09:07:16 DERSIM – Dersimiyan destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman tê wateya netehemulkirina vîna kurdan û gotin, divê bi hev re li dijî vê bêhiqûqîtiyê derkevin.  Bertekên li bi tayînkirina qeyûman desteserkirina şaredariya bajarê mezin a Amed, Mêrdîn û Wanê didomin. Dersimiyan, destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman demokrasiya heyî jî ji holê hatiye rakirin.    BÊTEHEMULΠ   Mazlûm Tûgrûl, got: "Dengên kurdan tehemul nakin. A rast ev polîtîkayeke asîmlasiyonê ye. Beriya hilbijartinê Erdogan gef xwaribûn û gotibû, 'em bi ser nekevin jî em ê qeyûman taîn bikin.' Ev biryar jî berdewamiya vê gefxwarinê ne. Tu ji zarokekî biçûk re jî bêjî, wê bêje qeyûm dagirkerî ye."    'DARBE YE'   Alî Yilmaz jî bilêv kir ku texrîbatên qeyûmên berê hatibûn tayînkirin jî li holê ne û got: "Tayînkirina qeyûman, darbeya li demokrasiyê ye. Darbeya li dengê milyonek eksî ye. Gel kesekî/ê hildibijêre, lê belê tenê 4 mehan tehamul kirin. Demokrasiya van kesan tenê ji bo wan e. Êdî dev ji şaredaran berdin keyayan jî tehmul nakin. Êdî bes e."    ‘EM BI HEV RE LI DIJÎ BÊHIQÛQÎTIYÊ DERKEVIN'    Lutfiye Aydogdû jî bilêv kir ku meseleya qeyûman ne meseleya partiyekê ye, meseleyeke demokrasiyê ye. Aydogdû, destnîşan kir ku ger civak bersiveke baş nede wê ev pêkanînên antîdemokratîk bidomin û got: "Niha ne garantiya Îzmîr, ne garantiya Stenbol û ne jî garantiya Antalyayê heye. Dibe tayînî van deran jî bikin. Loma divê em bi hev re li dijî vê bêhiqûqîtiyê derkevin. Em nehêlin dengê me xesp bikin."    ‘KUÇE BERXWEDAN E'    Esnaf Agît Aral jî helwesta CHP'ê rexne kir û got: "Dibêjin, daketina kuçeyan ne rast e. CHP'iyên di Meşa Edaletê de daketin kuçeyan niha daketina kuçeyan rast nabînin. Helbet ji ber êrîş li ser vîna kurdan heye. Di demeke ku edalet û demokrasî bê binpêkirin helbet wê gel dakeve kuçeyan. Kuçe berxwedan e. Li kuçeyan ancax em dikarin li dijî faşîzmê bitêkoşin. Divê CHP, xwedî helwesteke wekî ya Sezgîn Tanrikûlû be."   Hidir Alparslan jî got: "Eger vîna gel hatibe xespkirin nexwe her tişt qediyaye. Ev nîşaneya dîktatoriya yekzilamî ye. Îro jî 4 keya ji epwyirê girtin. Êdî tehamulî keyayan jî nakin." Alparaslan, ji bo xwedîderketina li demokrasiyê bang kir û got, wê gel bi helwesta xwe rê li ber xespkirina vînê bigire an jê wê qeyûm atyînî şaredariyên din jî bên kirin.