Rewşenbîr û hunermend: Divê em berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin 2019-08-23 09:06:53 STENBOL - Rewşenbîr û hunermendên bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan gotin: "Divê em bi daxuyanî û hilberînên xwe li kuçe û kolanan li cem gel bin û berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin."    Hunermend Pinar Aydinlar, şanoger Levent Uzumcu û Cîhat Ekîncî, nivîskar Fuat Onern û hunermendê Weqfa Lêkolînên Çand û Hunerê ya Zanist, Perwerdehî û Estetîkê (BEKSAV) Canan Kaplan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan.    AYDINLAR: DIVÊ CHP LI CEM KURDA CIH BIGIRE    Hunermend Pinar Aydinlar, diyar kir ku bi qeyûman xespkirina vîna gel bi tu awayî nayê qebûlkirin û got: "Bi desteka gelê kurd şaredariya Stenbol, Enqere, Edene û hin bajarên din bi dest ketin. Divê CHP, li dijî qeyûman dengê xwe bilind bike. Divê dev ji bêdengiyê berde. Divê gelê kurd bi tenê nehêle. Divê hevşaredarên şaredariyên bajarên mezin ên CHP'ê biçin Kurdistanê. Divê li cem gelê kurd bin."    ONEN: LI KURDISTANÊ DEMOKRASÎ DIQEDE    Nivîskar Fuat Onen, bilêv kir ku qeyûm tê wateya dagirkirina herêmê û got: "Dagirkirin, temayûleke bi darêz zorê ye. Ne rast e ku mirov tayînkirina qeyûman bi demokarsiyê ev girê bide. Dewleta Tirk dixwaze li Kurdistanê bdêengiyek hebe. Dixwaze vîna gel etslîm bigire." Onern, bilêv kir ku gelek sedemên tayînkirina qeyûman hene û got: "Nexasim jî ev perçeyeke operasyon û şerê dagirkirinê yê li Rojava û Başûr e. Demorasiya li Tirkiyeyê li Kurdistanê diqede. Pêwendîdanîna bi Enqere û Stenbolê ve, tê wateya sergirtina hêla wê yî dagirkirinê."      UZUMCU: EM Ê HESABÊ DENGÊ XWE BIPIRSIN    Şanoger Levent Uzumcu jî diyar kir ku destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman tê wateya ku li Tirkiyeyê bi awayekî fiîlî hilbijartin ji holê hatine rakirin û got: "Em hilbijêrên û mafê me ye ku em zanibin şaredarek ji bo çi ji peywirê tê girtin. Mafê me ye ku em hesabê dengê xwe bipirsin. Dizanin doza dengan bikin, loma heqê me ye ku em hesabê dengê xwe bipirsin."    EKÎNCÎ: TENÊ NE KURD DIVÊ HER KES    Şanogerê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Cîhat Ekîncî jî got: "Ev mudaxile enê ne li hemberî kurda ye. Divê ev wek, di vê pêvajoyê de ber bi dîktatoriyê ve diçin bê xwendin. Wê ev tenê ne kurdan her kesî dîl bigire. Jixwe dîl digire jş. Niha gelek siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr û xwendekar girtî ne. Ji ber li Tirkiyeyê muxalefeta civakiyî ne xurt e kurd bi tenê dimînin. Di vê pêvajoyê de pêdivî muxalefeteke baş heye. Eger muxalefetek baş hebe wê nikaribin ev qasî mudaxileyî demokrasiyê bikin."    KAPLAN: EM BI HEV RE LI DIJÎ XESPKIRINÊ DERKEVIN    Hunermend Canan Kaplan jî destnîşan kir ku bi qeyûman vîna gel hatiye xespkirin û got: "Ev yek li kduerê pêk tê bila pêk bê, ev tê wateya xepskirina vîna gel. Loma divê li dijî vê em ji piştevaniyê wêdetir hin tiştên din pêşve bixin. Em hunermend tenê ne bi piştevaniyî, divê em li cem gel bin û bi hev re lid ijî vê xespkirinê derkevin. Divê em hunermendên muxalif bi hilberînên xwe, bi daxuyaniyên xwe dakevin kuçeyan û berpirsiyariya xwe ya dîrokî pêk bi cih bînin."