ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2019'AN 2019-08-23 09:00:48   * Rewşenbîr û hunermendên bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan gotin: "Divê em bi daxuyanî û hilberînên xwe li kuçe û kolanan li cem gel bin û berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin."    * Dersimiyan destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman tê wateya netehemulkirina vîna kurdan û gotin, divê bi hev re li dijî vê bêhiqûqîtiyê derkevin.   * Hatîp Dîcle, bilêv kir ku gelê kurd bi tevahî hedef hatiye girtin, Ozturk Turkdogan jî anî ziman ku vegera ji çewtî û şaşiya dubare dike "aqlê dewletê yê rasyonel" e û Ertûgrûl Kurkçu jî got, di paşperdeya rojeva girtina partiyê de, endezyariya siaysetê heye.    *  Fêrîkê Ûsiv yek ji wan helbestvanê mezin ê Kûrdan bû. Heta sala koça xwe, ji bo bipêşxistina wêjeya Kûrdî xebat kir û bi welatparêziya xwe dihat nasîn. Niha li Ermenîstanê li herêma Elegezê li gûndê Sîpanê mal-mûzeya Fêrîkê Ûsiv heye û tevahiya berhemên wî li wir tên pêşandan. Gûndiyên Fêrîk, hêjî wî bi bextewarî bibîr tînin û wî wek iftîxara gûndê xwe binav dikin.    * Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, wê têkildarî tayînkirkina qeyûman li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe (11.00)   * Hêza Ked û Demokrasiyê ya Enqereyê wê têkildarî tayînkirina qeyûman li Yekitiya Mulkiyeyan civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê wê li pêş avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi girseyî daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00-14.00)   * Nûnerên DİSK, KESK, TMMOB û TTB, wê têkildarî tayînkirina qeyûm a şaredariyên HDP'ê wê li Îskeleya Kadıkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (19.00)