Li Amedê 3 rojnameger 5 roj Li Mêrdînê 5 rojnameger 4 roj di bin çavan de ne 2019-08-23 08:29:54 AMED / MÊRDÎN - Li Amedê 3 rojnamegerên di 19'ê tebaxê de hatin binçavkirin 5 rojin di bin çavan de tên girtin. Li Mêrdînê jî 5 rojnamegerên di 20'ê Tebaxê de hatin binçavkirin 4 roj in di bin çavan de ne.    Roja ku qeyûm tayînî Şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê kirin, polîsan li Amedê bi ser mala rojnameger û Edîtora me Mezopotamya Ziyan Karahan li malê binçavkirin. Dîsa di heman şevê de Xebatkarê Çapemeniya HDP'ê Vedat Dag, Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Onder Akbulut û rojnameger Ozgur Ulke binçav kirin. Karahan, Dag, Akbulut û Ulke 5 rojin di bin çavan de tên girtin.     LI MÊRDÎNÊ 5 ROJNAMEGER DI BIN ÇAVAN DE NE   Nûçegihanên me Mezopotamya Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Orûç û nûçegihan Jinnewsê Rojda Aydin û rojnamevan Nûrcan yalçin û Halîme Parlak ku di 20'ê Tebaxê de dema li Mêrdînê çalakiyên şermezarkirina qeyûman dişopandin hatin derbkirin û paşê hatin binçavkirin, 4 roj in di bin çavan de ne. 5 rojnamevan 4 roj in li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tên rawestandin.