Şêniyên Serêkaniyê ji hêzên navneteweyî xwestin sînor biparêzin 2019-08-22 19:18:13   HESEKÊ - Bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê di bin konê mertalên zindî de kiryarên Tirkiyê yên derheqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û xwestin hêzên navneteweyî sînorê herêmê biparêzin.     Bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê di bin konê mertalên zindî de, li dijî Tirkiyê yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meş li dar xistin. Di çalakiyê de, îro piştî şêniyên Dêrik û Girkê Legê, şêniyên herêma Serêkaniyê dewr girtin. Şêniyên Serêkaniyê ji meşekê ji pêşiya qûsê Til Helef a li rojavayê bajêr heta konê çalakiyê ya li ser sînorê bajarê Serêkaniyê û bi dirûşmeya silavkirina berxwedana QSD`ê, dest bi çalakiyên kon kirin. Li konê çalakiyê, li ser navê meclisa navçeya Serêkaniyê Ferec Qido axivî. Qido anî ziman ku bejna xwe li hember her kesê beşdarî çalakiyên mertalên zindî bû, ditewînin û wiha got: "Em careke din beşdarî çalakiyên mertalên zindî bûn. Da ku li pêşiya dijminê gelên herêmê bisekinin. Tirkiyê nikare xiyal û armancên xwe pêk bîne. Ji ber gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê dê wek mertal dijî dagirker bisekinin."     Endama Kongreya Star Selwa Ehmed teqez kir ku ew wek tevgera jin wek mertalên zindî disekinin û ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin da ku parastina destkeftiyên xwe dijî dagirkeriya Tirkiyê bikin. Çalakiyên mertalên zindî bi pêşwaziya şand û kesayetên saziyên sivîl û rêxistinên siyasî didome.