81 kes li ser 'şikê' hatine binçavkirin! 2019-08-22 19:05:20   AMED – Di roja hevşaredarên HDP’î yên Amed, Mêrdîn û Wanê ji peyvirê hatin girtin, di heman şevê de li dijî sedan kesan operasyona li dar xistin. Li 29 bajaran 418 kes hatin binçavkirin. Li Amedê jî 81 kes hatibûn binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin Edîtora Kurdî ya Ajansa me Mezopotamya Ziyan Karahan jî heye. Kesên hatin binçavkirin bi sucdariya 'Bi şika ku wekî çalakiyên 6-7'ê Cotmehê dê amade bikin" hatin binçavkirin.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 19'ê Tebaşê de li Amed, Mêrdîn û Wanê hevşaredarên bajarên mezin ji peywirê girtin û li şuna wan qeyûm tayîn kir. Di heman rojê de li 29 bajaran 418 kes binçav kirin. Li Amedê jî Edîtora Ajansa me ya Mezopotamya ya serwîsa Kurdî Ziyan Karahan jî di navde 81 kes hatin binçavkirin. 81 kes 4 rojin li Miduriyeta Polîsan a Ametê tên dawestandin. Kesên hatin binçavkirin bi sucdariya 'Bi şika ku wekî çalakiyên 6-7'ê Cotmehê dê amade bikin" hatin binçavkirin.    81 kesên hatin binçavkirin wina ne:    Edip Binbir, Alî İhsan Karahan, Kadîr İnanır, Dogan Onal, Murat Ondeş, Tahir Baran, Çigdem Ekti, Naif Erdem, Hayri Etyemez, Sevim Biçici, Mahmut Korkmaz, Selda Baran, Mesut Bagcık, Mehmet Akdogan, Tumen Atli, Fuat Yalçın, Burhan Karakoç, Davut Kesen, Şiyar Dag, Avniye Tanrıkulu, Suat Aslan, Sercan Dogan, Murat Soner, Mehmet Gunduz, Umit Mercan, Ali Sert, Nurşen Akbal, Mehmet Uzel, Mustafa Akengin, Davut Yakışır, Aydın Biçerman, Menduha Biçerman, Ramazan Holat, Gulistan Erek, Mahmut Yokuş, Kemal Baran, Şehmus Doku, Sadun Tutmaz, Reşat Taşkıran, Mehmet Suslu, Nazım Ocal, Mustafa Kolakan, Ali Alkan, Saadettin Akay, Ali Atman, Tarık Zafer Yazgan, Ayhan Ateş, Amine Kutlay, Habip Akıncı, Behçet İnce, Veli Mutlu, Şeyhmus Şenyigit, Murat Dogri, Zahit Çiftkuran, Keskin Bayındır, Zelal Bilgin, Muzaffer Ulaş, Cumali Kaya, M. Yaşar Tanrıkulu, Ercan Akto, Revşen Karademir, Mehmet Ayaz, Beşir Çiçek, Murat Eminoglu, Hasan Yeni, Lokman Bozkurt, Ozgur Ulke, Nesibe Uygun, Abdulgani Ozalp, Ozan Oral, İbrahim Ayaz, Yusuf Ataş, Mahmut Ulus, Fevzi Demirkıran, Halide Turkoglu, Feyzi Işık, Onder Akbulut, Mehmet Esen, Vedat Dag Gani Alkan, Necmettin Burakmak.”