Ahmet Turk: Ne tenê gelê Kurd wê gelê Tirk jî têkeve zorê 2019-08-22 16:54:16 MÊRDÎN - Li Mêrdînê her çend polîs çalakiyan asteng bike jî hilbijêrên HDP'î yên Mêrdînê çalakiyên xwe berdewam dikin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şûna wî kirin, bertek nîşanî qeyûm da û got: "Ji ber me nelirêtî û diziya wan derxist holê em kirin hedef. Bi tayinkirina qeyûman ne tenê gelê Kurd wê gelê Tirk jî têkevin zorê."  Çalakiyên li Mêrdînê tevî hemû astengiyên polîsan didomin. Girseya ku endam, rêveber, parlamenter û hilbijêrên HDP'î di navde li Parka Karayollari dîsa kom bûn û çalaki li dar xistin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku qeyûm tayînî şûwa nî kirin Ahmet Turk û Hevşaredar Figen Altindag jî tev li çalakiyê bûn. Hilbijêr ewil li pêş avahiya HDP’ê kom bûn û piştre meşiyan parkê. Girse di bin dorpêça sedan polîsan de meşiyan parke û li vir daxuyanî dan. Welatiyan jî piştgirî dan girsê. Polîsan destûr nedan ku welatî tev li daxuyaniyê bibin.    TURK: BI ÎFTÎRAYAN OPERASYON LI DAR XISTIN   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şûna wî kirin, bertek nîşanî qeyûm da û got: "Ji ber me nelirêtî û diziya wan derxist holê em kirin hedef. Bi tayinkirina qeyûman ne tenê gelê Kurd wê gelê Tirk jî têkevin zorê."