Li Mêrdînê 11 kes di bin çavan de ne 2019-08-22 15:56:43   MÊRDÎN – Li Mêrdînê polîsan di navbera 15 û 18'ê Tebaxê de bi ser gelek malan de girtibûn û 17 kes binçav kiribûn. 11 kesên hatin binçavkirin hatin berdan.  Li aliyê din di çalakiyên şermezarkirina Qeyûm de heta niha 11 kes hatin binçavkirin.    Bi fermana serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê polîsan di navbera 15 û 18'ê Tebaxê de 17 kes binçavkiribûn. 17 kesên hatin binçavkirin piştî îfade dan serbest hatin berdan. Di operasyonan de Zeynep Sevluş û Erhan Mutlu li Nisêbînê pîştî îfadeya wan hatin girtin hatin berdan. Li Qoser û Artukluye jî ciwanên hatibûn binçavkirin şevê din hatin berdan. Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Mêrdinê Hamza Agirman li Midûryeta polisan rastî lêdanê hatibû.    Kesên bi hinceta 15'ê tebaxê hatin binçavkirin û hatin berdan wiha ne: Hamza Agirman, Hatîp Oncu, Faysal Taş, Abdulkadir Tapti, Zeynep Sevluş, Erhan Mutlu, Îrfan Yakut, Mehmet Demîr, Yusuf Abukan, Abdullah Çalhan, Songul Abikan, Barış Belge, Mahmut Bakay, Hevserokên HDP'ê yên Nisêbînê Nezir Saraç,  Salih Sarıkaya, Endamê Meclîsa Şaredariyê Ayşe Selvuş, Hatice Buşra Koyuncu.   11 KES DI ÇALAKIYAN DE HATIN BINÇAVKIRIN   Li aliyê din di çalakiyên şermezarkirina qeyûm de polîsan heta niha 11 kes binçav kirin. 11 kesên hatin binçavkirin rojnameger jî hene. Di 20'ê Tebaxê de nûçegîhanê Ajansa me Mezopotamya Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç, Nûçegîhanên Jinnewsê Rojda Aydın û Rojnameger Nurcan Yalçin, Halime Parlak hatibûn binçavkirin. Di heman rojê de Hamza Ete û Mehmet Ete jî hatibûn binçavkirin. Piştre di çalakiyan de Hakan Koç, Serhat Ekmez, Filiz Derin û Fethullah Aslan hatin binçavkirin.