Li Edeneyê qada bajar jî bînaya partiyê jî qedexeye! 2019-08-22 15:40:58   EDENE - Polisan çalakiya ku HDP'iyan dixwest li dijî tayînkirina qeyûman li dar bixe, asteng kir. Polisan ne destûr da ku HDP'î çalakiya xwe li qada bajar û ne jî li avahiya partiyê li dar bixin.    Li Edeneyê, polisan bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê, çalakiya HDP'iyan dixwest li dijî tayînkirina qeyûman li Qada 5'ê Ocakê li dar bixe, asteng kir. Destûr nedan welatiyên li benda çalakiyê bûn û li qadê çay jî vedixwarin jî û ew ji qadê derxistin. Welatiyan bertek nîşanî polisan da û ev tişt gotin: "Hûn mafê me yê herî demokratîk asteng dikin. Hûn nikarin asteng bikin. Digirin bigirin, Em vê tevgera we şermezar dikin. Hûn bêhngirtina me jî asteng dikin. Vaye demokrasî, vaye hiqûq. Hûn dilmê dikin. Em nikarin zilma we temûl bikin."   Ji ber ku destûra çalakiyê nehat dayî, HDP'î derbasî avahîya xwe ya bajar bûn. HDP'î dema ku xwest li ber derê avahî xwe daxuyanî bidin, polisab bi barîkatin pêşiya wan girt û destûr nedan li vir jî çalakiya xwe li dar bixin. Serokê HDP'ê yê Bajar Mehmet Masûm Erîg diyar kir ku biryara qeyûm û qedexekirinê neheq û bêhiqûqî ye. Polisan ketin û derketina avahiya HDP'ê qedexe kir û destûr neda ku kes bikeve avahî û derê. Her wiha polisan welatiyên li derdora avahiyê jî di Kontrola Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin.