Jina berxwedêr a Amedê: Em bêdeng bimînin wê qeyûm tayînî malê jî bike 2019-08-22 15:37:23 AMED – Bertek û nerasibûnên li dijî tayînkirina qeyûm didomin. Li Amedê jî çalakî 4 rojin didome. Li Amedê çalakgera herî zêde derdikeve pêş jina berxwedêr a 57 salî Aklîme Hanas e. Hasan, bertekên xwe anî ziman û got: “Ma emê heta kengi bêdeng bimînin? Ger ku em bêdeng bimînin, Wê qeyûm tayîn bikin."  Wezîrê Karên Hundir di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê kir. Piştî tayînkirina qeyûm çalakî û bertekên gel 4 rojin didome. Li Amedê jî yê herî zêde derdikevin pêş dayik in. Yek ji dayika ku derkeve pêş dayika 57 salî Aklime Hanas e. Hanas di çalakiya li pêş AZC ya Ofîsê de dîsa cihê xwe girt û tev li çalakiyê bû.    HETA EZ HEBIM EZÊ LI MAFÊ XWE BIGERIM   Hanas di sala 90’an de gundê wan hat şewitandin û ji Lîcê hat Amedê. Li taxa Alipaş bi cih bû. Hanas. bertekên xwe anî ziman û wiha got: “Em ê heta kengî bêdeng bimînin. Ger ku em li dijî qeyûman bêdeng bimînin, wê sibê qeyûm tayînî mala me jî bikin. Kezeba min dişewite. Ez ji bo mafê xwe li vir im. Ez ê heta dawi li mafê xwe bigerim. Ez di rêya heq de dimeşim. Ez ne diz im, Min heqê kesî xezp nekiriye. Lê yên heqê min xezp bikin jî ezê heta dawî li mafê xwe bigerim. Divê tu kes li dijî xezpê û diziyê bêdeng menînin."