Komeleyên li Stenbolê qeyûm şermezar kirin: Em ê li dijî zilmê bi hevre têbikoşin 2019-08-22 15:06:21   STENBOL - Komeleyên herêmê yên li Stenbolê bertek nişanî tayînkirina qeyûm dan û diyar kirin ku wê li dijî zilmê bi hevre tebikoşin.    Platforma Komeleyên Herêma Rojhilat û Başurê Rojhilat (DGDP), bertek nîşanî tayînkirina Qeyûm a Wan, Amed û Mêrdînê dan. Nûnerên komeleyan li Komeleya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn û daxuyanî dan. Nûnerên komeleyan diyar kirin ku wê li dijî tayînkirina qeyûman bi hevre têbikoşin. Li komeleyê pankarta "Ya hatiye xezpkirin vîna gel e. Em bêdeng namînin" vekirin.    Li ser navê komeleyan Serokê DGDP'ê Abdulhakim Daş, diyar kir ku hikûmetê beriya hilbijartina 31'ê Adarê agahiyên tayînkirina qeyûm dan û wiha got: “Tayînkirina qeyûman îhlala demokrasiyê ye. Divê hemû kesên li dijî vê tundiyî û hemû kesên demokrasiyê diparêzin divê mil bidin hev û bi hevre têbikoşin. Divê her kes têkoşîna xwe bike yek. Îro qeyûm tayînî Amed, Mêrdîn û Wanê kir, ger ku bêdeng bimînin wê sibê tayînî Stenbol Îzmir û Enqere, Hatay û Antalya bikin."    Serokê Aliyên Olî ya Stenbolê Ekrem Baran jî anî ziman ku di demên borî de qeyûmên hatin tayînkirin bajar talan kirin û wiha got: "Qeyûmên berê di bin navê xizmetê de her tişt dizîn û şaredarî şelihandin. Piştî wê Kurdan di hilbijartinê de darbeyek mezin li AKP’ê xist. Ji îktîdarê xist. AKP ku tekçûn hezim nekir, ji bo tola xwe hilînin dîza qeyûm tayîn kir. Îro wê dîsa bi ser nekeve."    Endamê Rêveberiya Federasyona Komeleyên Dersimê Yusuf Ziya Demîrçîvî jî tayînkirina qeyûman û êrişa li dijî gel şermezar kir. Demîrcîvî, anî ziman ku vîna di 31'ê Adarê de derket holê bi qeyûman xezp kirine û wiha got: "Em ê li her qadên jiyanê li dijî vê zilmê têbikoşin."    Komeleyên tev li daxuyaniyê bûn wiha ne: "Federasyona Komeleyên Elihê, Federasyona Komeleyên Mûşê, Federasyona Komeleyên Dersimê, Federasyona Komeleyên Qereqoçanê, Federasyona Komeleyên Bedlîsê, Federasyona Komeleyên Mêrdînê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Qeyseriyê, Federasyona Komeleyên Amed Stenbolê. Komeleya Mele Mistefa ya Kopa Mûşê, Federasyona Komeleyên Amedê, Komeleya Alimên Ol a Stenbolê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniye ya Bedlisê û Komeleya Semsûryan.