Polisan li Peyasê kesekî binçav kirin 2019-08-22 14:20:09   AMED - Polisan li Peyasê bi ser malekê de girt û welatiyê bi navê Zana Çelîk bi derbkirinê binçav kir.    Polisan îro serê sibehê li navçeya Peyas a Amedê bi ser malekê de girt. Polisan deriyê malê şikand û welatiyê bi navê Zana Çelîk bi derbkirinê binçav kir. Hat ragihandin ku polisan di serdegirtinê de ferdên malbata Çelîk jî derb kiriye û hemû amûrên li malê ji hev xistiye. Sedema serdegirtin û binçavkirina Çelîk nehat hînbûn. Polisan Çelîk bir Miduriyeta Polisan a Amedê.