Li Amedê çalakiyên li dijî qeyûm didomin: Emê bi berxwedanê erîşan bişkinin 2019-08-22 14:13:23 AMED – Li Amedê çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman didomin. Bi tevlebûna parlamenter, hevşaredar û welatiyan girseya kom bûn dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Wekîlê HDP’ê Hişyar Ozsoy got: "Em dagirkeriyê red dikin" Wekîlê TÎP'ê Bariş Atay jî got: "Êm ê êrîşan bi berxwedanê bişkînin."    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu piştî qeyûm tayinî Amed, Wan û Mêrdînê kir, ji 19'ê Tebaxê heta niha 4 rojin li Amed Wan û Mêrdînê çalakiyên girseyî tên li darxistin. Îro li Amedê girseya ku bi tevlêbûna parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP'ê li pêş AZC Plaza ya Ofisê kom bûn tayînkirina qeyûman şermezar kirin. Girseya di bin dorpêça polîsan de kom bûn, tayînkirina qeyûman şermezar kirin. Polîsan bi maşîneyên zirxî, TOMA girse dorpêç kirin. Girseya ku tev li daxuyaniyê bûn, diruşmeya “Amed vîna me ye" berz kirin. Ewil Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku wê her roj çalakiyan li dar kixin û wiha got: “Em û gelê xwe li gel hevşaredarên xwe qeyûman şermezar dikin. Em hişmandiya dagirkeriyê û qeyûman nas nakin û şermezar dikin." Ozsoy, bertek nîşanî şewitandina dolmîşê ya li Navçeya Pesayê jî da û anî ziman ku ew vê yekê qebûl nakin û red dikin. Ozsoy, anî ziman ku ev ne siyaseta wan e û wiha got: "Em heta dawî li dijî qeyûm in. Em bang li gelê Amedê dikin. Em berdeka xwe ya demokratik nîşan bidin. Tu eleqeya me û vê bûyerê bi hev tune ye. Em bi hevre rê li pêş van çakakiyên bi vî rengî bigirin."      BARIŞ ATAY: DIVÊ EM VAN ÊRÎŞAN BIŞKÎNIN   Cîgirê Serokê Giştî yê TÎP'ê Bariş Atay jî tayînkirina qeyûm û êrîşên polîsan ên li ser gel şermezar kir û wiha got: "Em ê bi her awayî îtîfaqa bi HDP'ê re berdewam bikin. Îtîfaqa me hem li kolanan û hem jî li meclîsê bi hevre ye. Emê li her derê li tenişta hev rawestin. Em gavekê jî paşve navêjin. Em mecbûr in bi hevre îktîdarê û êrîşan rawestînin."     ÇÎFTYUREK: EMÊ LI DIJÎ NEHEQÎYÊ LI BER XWE BIDIN   Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî wiha got: “Çima hilbijêrên AKP'ê dibe vîn û çima ya gelê Kurd nabe vîn. Em ê her dem li dijî vê zilm û neheqiyê li kolanan li ber xwe bidin. Em li dijî vê neheqî û zilmê bên cem hev û bibin yek. Vîna gel dikin hedef. Ez bang li hemû gelê Kurd û çar perçeyên Kurdistanê dikim. Em li vina xwe xwedî derkevin."    Girsê piştî daxuyaniyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.