Başaran: Ne gaz û ne jî TOMA'yên we têra bi milyonan nakin 2019-08-22 11:37:45 ENQERE -Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku di çalakiyan şermezarkirina qeyûman de polis bi awayekî tund mudaxaleyî çalakgeran dikin û bang li AKP'ê û kir û ev tişt got: "TOMA û gaza we ya îsotê ku karibin bi milyonan mirovî asteng bikin nîne."   Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku tundiya polîsan a li dijî xwepêşandanên demokratîk û aştiyane didome û wiha got: "Li Mêrdînê lingê sivîlekî ji aliyê polîsan ve hate şikandin. Li Wanê polîsan bi pihîn, kask, ço û maseyê hewl da çalakgerekî bikujin."   Başaran bi bîr xist ku li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol, Mûgla, Edene, Mersîn, Enqere û gelek bajarên din mirovên ku mafên xwe yên demokratîk ên şermezarkirinê bi kar tînin dibin hedefa tundiya giran a polîsan û destnîşan kir ku ev yek nîşan dide ku desthilatdariya AKP-MHP'ê çiqasî bêçare ye.   Başaran anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo sûcê xwe yê desteserkirina şaredariyan binixumîne hîn bêhtir bi êrîşkariyê tevdigere û axaftina xwe wiha domand: "Ev tundî, bêhiqûqî û êrîşkarî ne ya qebûlkirinê ye. Her kesên alîgirê mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê divê li dijî vê tundiyê û yên ku fermana vê tundiyê didin çalakiyan bikin û li dijî desteserkirina şaredariyan têbikoşin. Em ji desthilatdariya AKP'ê re dibêjin ku li her santîma şaredariyên me ku hûn pêşkêşî alîgirê xwe dikin, keda bi milyonan mirovên me heye. Ne TOMA'yên we ne jî gazên we yên îsotê têrê dikin ku li dijî bi milyonan mirovî bi kar bînin. Ev kîn, nefret, zilma ku hûn li hilbijêrên HDP'ê, li gelê kurd û hêzên demokrasiyê dikin wê bike ku hûn zûtir bi dawî bibin."