Serokê OHD'ê: Şaredarî û kuçe hatin binçavkirin 2019-08-22 11:17:03 AMED - Serokê OHD'ê Bunyamîn Şeker diyar kir ku bertekên gel ên demokratîk li dijî tayînkirina qeyûman nayin temûlkirin û wiha got: "Şaredarî hatiye binçavkirin û çûn û hatine cihê kar ên gel hatine girtin." Tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, ji hêla gelek derdoran ve rastî bertekan tê. Serokê Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker têkildarî mijarê axivî û ev tişt anî ziman: "Qeyûmên tayînî şaredariyan hatiye kirin, nehiqûqî ne. Di heman demê de tayînkirina qeyûman li dijî vîna gel êrîş û bêhurmetiyeke mezin e. Desthilat bertekên demokratîk ên gelê ku li kuçeyên Wan, Amed û Mêrdînê li vîna xwe xwedî derdikeve jî temûl nake. Wezareta Karên Hundir jî qeyûman di daxuyaniyê de weke gef dide."   'PEYAMA LIHEVKIRINÊ'     Di berdewamê de Şeker peyamên aştiyê yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û axaftina wiha domand: "Me careke din dît ku desthilat çiqas di polîtîkayên şer de israr dike û ji van peyaman aciz e. Tayînkirina qeyûman xizmet hiqûq û demokrasiyê nake. Qurbankirina kesekî hilbijartî ya ji bo kesekî tayînkirî nayê qebûlkirin. Gel qebûl nake ku kesekî bi vîna xwe hilbijartine, ji peywirê bê girtin. Şaredarî hatiye binçavkirin û çûn û hatine cihê kar ên gel hatine girtin. Ev yek bi awayekî zelal nîşan dide ku tiştên dikin ne pêkanîneke hiqûqî ye. Niha polîtîkaya dagirkirinê li kuçeyan tê meşandin. Her quncik û kuçe hatine girtin. Hatiye wê rewşê ku azadiya ger û tevgerandinê ya mirovan jî hatiye astengkirin. Divê biryara biryara tayînkirina qeûman paşve bê kişandin."