'Bi qedexeyan dixwazin gelê herêmê bitepisînin' 2019-08-22 09:07:24 COLEMÊRG - HDP'iyan bertek nîşanî qedexekirina zozan û mêrgên li Colemêrgê dan û destnîşan kirin ku qedexekirina zozanan bi zanebûnî tê kirin ku gelê herêmê bê tepisandin û sewalvanî bê qedandin.    Bi salan e hikûmeta AKP'ê li Colemêrgê û navçeyên wê 15 rojan carekê bi dehan herêman qedexe dike. Li bajêr kesên diçin zozanan tim tên şopandin. Hevserokê HDP'a Colemêrgê Sînan Kaya û Hevseroka Meclîsa Giştî ya Bajêr Nesîbe Gumuşlu, diyar kirin ku ev polîtîka bi zanebûnî tê kirin û armanca wê xizankirina gelê herêmê ye.    Kaya, anî ziman ku li Colemêrgê welatî bi çandinî û sewalvanyê debara xwe dikin. Kaya, diyar kir ku berê li bajêr hejmara heywanan bi milyonan bû lê belê niha her diçe kêm dibe. Kaya, destnîşan kir ku AKP-MHP dixwaze gel bi birçîbûnê terbiye bike û got: "Berê colemêrgiyan ji Iraqê heta Sûriyeyê û ji vira jî heta Îranê bazirganiya heywanan dikirin. Lê belê niha ji ber van polîtîkayan hema bêje sewalvanî nemaye. Bi van polîtîkayan cerdwanî li gelê herêmê tê ferzkirin. Li vir hikûmet ji gel re dibêje 'tu yê nikaribî sewalvaniyê bikî, tu yê bibî perçeyele pergalê' û bi vî awayî dixwaze gel bitepisîne. Hikûmet bi vî awayî dixwaze gelê me bi birçîbûnê terbiye bike. Niha li tevahiya herêmê milyonek pez jî tune ye. Bi van polîtîkayan tê xwestin ku ên heyî jî dev ji sewalvaniyê berdin."    GEL BI KOORDÎNATAN NIZANE    Kaya, diyar kir ku bi salan e li herêmê bi dehan herêm tên qedexekirin, lê belê di çend mehên dawî de hejmara van herêman bûye 5 û got: "Bi salan 31 herêm dihatin qedexekirin, lê niha ev kêm kirine û 5 herêm tên qedexekirin. Lê belê walîtî di daxuyaniyên xwe de van 5 herêman jî bi koordînatan diyar dike. Gelê me bi koordînatan nizane."    Her wiha Kaya anî ziman ku çûyîna hin zozanan jî bi destûrê ve girêdayîye û got: "Eger hûn ji navenda bajêr bixwazin biçin Zozana Berçelanê, beriya her tiştî divê hûn destûrê ji walîtiyê bixwazin. Ev bi kêfî tê kirin." Kaya, diyar kir ku her diçe koalîsyona AKP-MHP'ê qada jiyanê ya gel teng dike û her roj dema qedexeyan dirêj dike û dixwaze gel nikaribe bilebite û got: "Divê hikûmet dev ji van polîtîkayên der mirovî berde û ji bo azadiya vî gelê gavina bavêje."    WÊ ÇANDINÎ ÇAWA PÊŞ BIKEVE?    Hevseroka Meclîsa Giştî ya Bajêr Nesîbe Gumuşlu jî got: "Berê der barê van qedexeyan de me pêşniyaznameyk berpêşî rayedaran kiribû. Lê belê bi tu awayî nehatiye bersivandin. Di demên dawî de der barê polîtîkayên çandiniyê de hin daxuyanî tên dayîn. Te her der qedexe kiriye an jî bi destûrê ve girêdaye. Li vira wê çandinî çawa pêş bikeve? Ev nakokî ye. Divê ev mesele zelal bibe."    MA / Hamza Gunduz