Prz. Îsteklî 11 rojin di bin çavan de ye 2017-11-25 13:47:01 STENBOL - Endamê OHP'ê Prz. Gurkan Îsteklî, 11 rojin di bin çavan de tê girtin. Îstekli, tevî ku di bin çavan de rastî tundiyê hat jî wî nabin kontrola tenduristiyê.  Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîwaz (OHP) Prz. Gurkan Îsteklî ku di 15'ê Mijdarê de li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê hat binçavkirin  11 rojin di bin çavan de ye. Îsteklî ku bi lêdanê hatibû binçavkirin tevî ku hatiye derbkirin jî wî nabin kontrola tenduristiyê. Îsteklî, ji roja hatiye binçavkirin heta niha ew hêj nebirine kontrola tenduristiyê. Îstekli ku herî zêde bi 3 parêzeran re kariye hevdîtin bike roja sêşemê sînorê binçavkirina wî bi dawî bû, lê dîsa dernexistin dozgeriyê. Nayê zanîn ku kengî wî derxin dozgeriyê.