Li Mêrdînê 5 li Amedê 3 rojnameger hêj di bin çavan de ne 2019-08-21 17:27:31 MÊRDÎN/AMED - Li Mêrdînê 5 û li Amedê 3 rojnamegerên ku hatin binçavkirin hêj di bin çavan de tên rawestandin. 5 rojnamegerên li Mêrdîn dema nûçe dişopandin hatibûn binçavkirin.    Li Mêrdînê 5 rojnamegeran, duh dema çalakiyên li dijî tayînkirina Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mêrdîn dişopandin, polîsan ew binçavkiribûn. Rojnamger û Nûçegîhanê Ajansa me Mezopotamya (MA) Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç û Nûçegîhanên Jinnewsê Rojda Aydin, Rojnaemger Nurcan Yalçin û Halime Parlak hatibûn binçavkirin û hêj li Şaxa TEM'ê ya Midurîyeta Polîsan a Mêrdîn têne rawestandin. Parêzeran diyar kirin ku îfadeya rojnamgeran a li TEM'ê hêj bi dawî nebûye û dibe binçavkirin rojek din bê dirêjkirin.    Hat diyar kirin ku dozger xwestiye der barê xebatên 5 rojnamegeran ên berê de jî lêkolîn bike.    Parêzeran diyar kirin ku dema duh rojnameger hatibûn binçvkirin lêgerîna tazî li wan ferz kiribûn. Rojnaemeran jî diyar kiribûn ku ji ber nûçe şopandine hatine binçavkirin.    3 ROJNAMEGERÊN LI AMEDÊ JÎ HÊJ DI BIN ÇAVAN DE NE   Di operasyonên serdegirtina malan a 19'ê Tebaxê de Edîtora Serwîsa Kurdî ya Ajansa me Mezopotamya (MA) Ziyan Karahan û xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Onder Akbulut li malên hatibûn binçavkirin. Karahan û Akbulut 3 rojin hêj di bin çavan de nin. Rojnameger Yelda Ozbek dema ku çalakiyê şermezarkirina tayînkirina qeyûman dişopand, li semta ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ji aliyê polisên ve hat binçavkirin. Ozbek 2 rojin di bin çavan de ye.