Bi hezaran mamosteyên Kobanê û Hesekê gefên Tirkiyê red kirin 2019-08-21 17:03:44 KOBANÊ - Bi hezaran mamoste li kantonên Kobanê û Hesekê gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û meşiyan.    Koordînasyona Kongreya Star bi slogana "Parastina xak û rûmeta xwe bikin û DAIŞ û dagirkeriyê têk bibin" li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dest bi pêngava xwe kir. Bi vê boneyê mamosteyên kantonên Hesekê û Kobanê daketin qadan. Li Kobanê xwepêşandan ji Qada Şehîd Agîd a bajarê dest pê kir û ber bi Qada Jina Azad ve meşiyan. Xwêşandêran pankarta "Em wek mamosteyên Kobanê, hişmendiya dagirkeriya Osmanî li ser parçeyên Kurdistanê red dikin" hilgirtin. Meş li Qada Jina Azad veguherî mîtîngê. Endama koordînasyona giştî ya mamosteyên herêma Firatê Rûken Mihemed daxuyanî da. Mihemed, bal kişand ser rola jinan a birêxistinkirina civakê û bang li hemû jinan kir ku li dijî polîtikayên Tirkiyê yekrêz bin. Rûken tekez kir ku jina li dijî DAIŞ`ê şer kir, ne pêkan e li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên xwe jî şer neke. Meş bi sloganên "Na ji gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re" û "Na ji binpêkirina dagirkeriya Tirkiyê li Kurdistanê re" bi dawî bû.   LI SERÊ KANIYÊ JÎ BI SEDAN MAMOSTE MEŞIYAN   Li herêma Serêkaniyê jî bi sedan mamote daketin qadan û kolan bi kolanê bajarê Serêkaniyê meşiyan. Piştre li nêzî sînorê rojavayê bajarê rawestiyan. Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re”, "Parastina xak û rûmeta xwe bikin û dagirkeriya DAIŞ`ê têk bibin" û "Na ji qirkirinê re" berz kirin. Meş ji ber nexweşyaniya Rojava dest pê kir û ber bi kolana Kornîş çûn, paşê li bin konê çalakiyan ku di roja xwe ya çaremîn de rawestiyan. Piştî wê bernameyê çalakiyê hate destpêkirin û bi sedan ji şêniyên Girkê Legê û Dêrikê beşdarî kon bûn û rêzgirtin girtin. Endama rêveberiya dibistanan Sozdar Mihemed daxuyanî xwend û bal kişand ser berxwedaniya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê kir û wiha got: "Di pêvajoya 7 salên şoreşê de, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya QSD, YPG û YPJ`ê dikarîbûn mezintirîn komên çeteyan DAIŞ`ê têk bibin. Tirkiyê bi gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixweze ji kirîza xwe ya hundirîn dûr bike. Em jî îro li dijî dagirkeriya Tirkiyê ku êdî metirsiyê li ser hemû Rojhilata Navîn çêdike, bi berxwedaniya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ne, em ê xewna Erdogan a têkbirina YPG, YPJ û QSD`ê pêk neynin û li dijî çeteyên Tirkiyê mertalên zindî bin."