Parlamenterê HDP’ê Onder, malbata Eroglu ziyaret kir 2017-11-25 13:15:57 AMED - Parlamenterê HDP'e yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, malbata endama YJA Starê Hulya Eroglu ziyaret kir.  Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê û Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, malbata endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Hulya Eroglu (Delal Amed) ku di 11'ê mijdarê de li herêma Bestayê jiyana xwe ji dest da ziyaret kir.  Onder, di ziyaretê de ji malbatê sersaxî xwest û xwest êdî şer û kuştin bi dawi bibin. Onder, diyar kir ku li ser aştiyê axivî    Hulya Eroglu, di nîsana 2013'an pêvajoya çareseriyê de Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş û parlamenterê BDP'ê Sirri Sureyya Onder yên ku nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan birin pêşwazî kiribû. Eroglu, di nava heyeta KCK'ê ya pêşwazîkirinê de cih girtibû.