ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-21 09:00:38 * Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê, girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nayên kirin.  * Sendîkayên ku ji bo Peymana Kar a Giştî ya di navbera hikûmetê û Turk-Îş'ê de hat îmzekirin nerazîbûnên xwe nîşan dan, diyar kirin ku hikûmet fatûreya krîzê li kedkaran dibire û gotin, Turk-Îş'ê jî xiyanet li karkeran kiriye.    * Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, bilêv kir ku divê dewlet guh bide banga Ocalan ku gotibû "ji bo çareseriyê amade me" û got: "Ji bo Tirkiye aram bibe, tekane rê pêşvexistina polîtîkayên aştiyane ye."    * Kurd, ereb, pomak, suryanî, çerkes, hemşîn û gurciyên xwedî li peyaman Ocalan ku gotibû "ji bo çareseriyê amade me" derdikevin, gotin: "Kesên ehlê jiyanê, ehlê mirovahiyê, ehlê xwezayê divê hemû dengê xwe li dengê Abdullah Ocalan zêde bikin."    * Nûnerên rêxistinên kedê yên Êlihê, bertek nîşanî qeyûman dan û gotin: "Herî zêde ê zirarê ji tayînkirina qeyûman digirin kedkar in. Loma divê em kedkar hemû bûn cem hevdu nerazîbûna xwe nîşan bidin."    * Çalakiyên li dijî tayînkirna qeyuman ên şaredariyên HDP'ê yên Amed, Merdîn û Wanê wê bên şopandin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî wê li Parka Karayollari ya Mêrdînê daxuyaniyê bide. (11.00-13.00-18.00)