Rojnamevanên di binçavan de: Ji bo nûçeyên şermezarkirina qeyûman negihên raya giştî em hatine binçavkirin 2019-08-20 22:34:48   MÊRDÎN - 5 rojnamevanên dema li Mêrdînê protestoyên li dijî qeyûman dişopandin hatin binçavkirin, ragihandin ku lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û bûyerên diqewimin ranegihînin hatine binçavkirin.    Nûçegihanên me Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Orûç û nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin, rojnamevan Nûrcan Yalçin û Halîme Parlak dema çalakiyên şermezarkirinê yên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayînî wê hat kirin dişopandin hatin binçavkirin, îro danê êvarî parêzerên wan çûn cem wan.    Rojnamevanên li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê girtîne, ragihandin ku dema di dema mudaxilekirina polîsan de hin welatî dihatin derbkirin dîmen girtine hatine binçavkirin. Rojnamevanan destnîşan kir ku di dema binçavkirinê de hatine derbkirin, ji paş ve destn wan hatiye kelemçekirin û kelemçe hatiye jidandin. Rojnamevanan bilêv kir ku di dema binçavkirinê de lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û gotin, ji bo raya giştî hay ji nûçeyên der barê şermezarkirina tayînkirina qeyûman de çênebe hatine binçavkirin.