Bi sedan kes li dijî qeyuman meşiyanRêxistinên civakî bertek nîşanî qeyûman dan 2019-08-20 17:29:09 AMED - Li Kolana Lîseyê bi sedan kesên li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bûn, bi dirûşmeya "Amed ranezê, li vîna xwe xwedî derkevin" heta avahiya HDPê meşiyan. Nûneren rêxistinên demokratik jî li Baroya Amedê daxuyanî dan û tayînkirina qeyûm şermezar kirin.    Wezîrê Karên Hundir di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê kirin. Hevşaredar ji peywirê girtin û Walî tayînî şûna wan kir. Bertek û nerazibûnên li dijî tayînkirina qeyûman berdewam dikin.  Li Kolana Lîseyê bi sedan kesên li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bûn, bi dirûşmeya "Amed ranezê, li vîna xwe xwedî derkevin" heta avahiya HDPê meşiyan. Nûneren rêxistinên demokratik jî li Baroya Amedê daxuyanî dan û tayînkirina qeyûm şermezar kirin. Welatiyan di meşê de bê navber dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", “Amed ranezê li vîna xwe xwedî derkevin" û "HDP gel e, gel li vir e" berz kirin.    DESTÊ XWE JI SER VÎNA GEL RAKIN   Nûnerên Rêxistinen civakî û demokratîk jî bi heman armancê li Baroya  Amedê kom bûn û xwestin bi lez dawî li qeyûman bînin û destê xwe ji ser vîna gel rakin. Nûnera Koleya Jinan a Rosa Adalet Kaya û Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytun li ser navê rêxistinên civakî axivîn û bertekên xwe yên li dijî qeyûman anîn ziman û xwestin bi lez vina gel dîsa teslîmî hevşaredaran bikin.