Ji bo germ bibin kuçe bi kuçe depan kom dikin 2017-11-25 11:49:44 AMED - Zarokên bi navê Muhammed û Savaş Kaya, di sermaya zivîstanê de ji bo germ bibin kuçe bi kuçe digerin û depên mobîlyan kom dikin û pêdiviyên xwe yên sotemeniya zivîstanê temîn dikin. Bi milyonan mirov ji bo debara xwe bikin, hewldanek mezin didin. Bi hatina zivîstanê re lêçûna malbatan zêdetir dibe. Malbatên nikarin darên şewatê bikirin, zarokên wan ji derdorê depan, kaxiz û plastîkan kom dikin. Zarokên bi navê Muhammed Kaya ê 13 salî û Savaş Kaya yê 15 salî di araziyeke vala yê kolana Ofîsê ya naveçya Yenîşehîr Amedê de, depên mobîlyekê avêtine ser zibalê dişkîn in û ji bo pêdiviyên şewatê yên zivîstanê dibin malê.       DI HEMÛ DEMSALÊN PAYÎZAN DE HEMAN KARÎ DIKIN     Muhammed, diyar kir ku ji ber rewşa aboriyê ew nikarin darên şewatê bikirin û wiha got: “Her sala di payîzê de em vî karî dikin. Ji neçarî em vî karî dikin. Piştî dibistanê ez û Savaş ji Rezanê heya Ofîsê em digerin û depên mobilyana kom dikin û dûrê dibin malê.”  Muhammed, da zanîn ku ew diçe refa 6’emîn û piştî dibistanê vî karî dike. Muhammed, anî ziman ku bavê wî li Hala Kevin a navçeya Sûrê helamtiyê dike û wiha axivî: “Nexweşîna şeker bi dayîka min re heye. Ji ber vê yekê nikare bixebite.”    LI PIŞTA XWE DIKIN     Her du zarokên xizmên hev, depên kom dikin, dixin torbeyan û li pişta xwe dikin û berê xwe didin malê. Zarokan, diyar kir ku qedexeye ew kisên xwe li minîbûs û otobûsên nava bajêr bikin, ji ber vê yekê li ser pişta xwe ya navçeya Rêzanê bar dikin.