9 kes li Senbolê hatin binçavkirin 2017-11-25 11:33:47 STENBOL – Li 8 navçeyên cuda yên Stenbolê di serde girtina malan de 9 kes hatin binçavkirin.  Polîsan serê sibê li navçeyên Beyoglu, Sariyer, Kagithane, Esenyurt, Gazîosmanpaşa, Sultangazî, Sultanbeylî û Umraniye bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de 9 kes hatin binçavkirin û hat zanîn ku kesê hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan Stenbolê ya li Kolana Vatanê. Hinceta binçavkirina 9 kesan nehat zanîn.