Li ser rêya Amed û Farqînê rêza kontrolê 2019-08-20 10:04:00   AMED - Ji ber kontrola leşkeran a li ser rêya di navbera Amed û Farqînê de bi sedan wesayît li pey hev rêz bûne.   Wesayîtên ku ji navçeya Farqînê tên Amedê, li nuqteya kontrolê ya li pêşiya Qereqola Başnîqê tên rawestandin. Leşker, di wesayîtan de lêgerîn pêk tînin, nasnameyên welatiyan kom dikin û di Kontrola Agahiyên Giştî (GBT) re derbas dikin. Ji ber vê yekê, li ser rêya di navbera Amed û Farqînê de bi sedan wesayît li pey hev rêz bûne û aliyê rê ku tê navenda Amedê xitimiye.