'Qeyûmê Çerezvan' di nava gel de bi deyn, nelirêtî, dizî, ruşwet û tacîzê hat naskirin 2019-08-20 09:02:27 MÊRDÎN - Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ku dîsa dubare wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, di nava 2.5 salên qeyûm de her dem navê wî bi “nelirêtî, dizî, ruşwet, tacîz û fesadiya îhaleyan hat zanîn. Yaman ji ber pereyê li çerezan xerç kir navê wî wekî “Qeyûmê cerezvan" li nava gel belav bû.  Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de ket destê rêveberiya HDP’ê deynê qeyûm-waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ku bi ser milyonek pere xerc kiriye bi raya giştî re parve kiribû.  Cîgirê Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman ku di 17’ê mijdara 2016’an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve wek qeyyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, di nava 2 sal û nîvan de ji ber zêde pere li çerezan xerç kir, navê wî wekî "Qeyûmê Çerezvan' hat nasîn. Dîsa ji ber kiryarên xwe di nava gel de bi "Nelirêtî, hîle, dizî, tacîzê" tê nasîn. Qeyûm Yaman, di serdema tayînî şaredariyê hat kirin de mal û milkên şaredariyê firot. Bînayeke 5 qat a şaredariyê ku li taxa Seyîtomer a navçeya Fatîh a Stenbolê ye jî di nav mal û milkê ku derxistiye firotinê de cih digire.    Ji bo bînaya ku beriya niha şaredariyê bi rêya îhaleyê dabû kirê û wek navenda rehebîlîtasyonê tê bikaranîn dabûn îhaleyê. Ji bo cihê ku qala wî tê kirin 3 milyon 133 hezar 930 TL fiyet hatiye diyarkirin. Ji bo mal û milkên şaredariyê yên li navçeya Qoserê jî heman plan hatin amadekirin. Bi raporên Sayiştayê derketibû holê ku li dijî mevzûatê tevdigere tenê di salekê de 71 milyon 642 hezar şaredariyê kiriye bin deyn. Şaredariya beriya qeyyûm qureşek deynê wê tunebû û di qaseya wê de 120 milyon perê wê yê zêde hebû, niha bi qasî 900 milyonî ketiye bin deyn.    1 MILYAR Û 26 MILYON TL ŞAREDARÎ XISTIBÛ BIN DEYNAN    Yaman, di pêvajoya qeyûm de 1 milyar 26 milyon TL şaredarî xist bin deyn. 620 milyon TL xist stuyê MARSU'yê. 406 milyon TL jî li ser yekineyên din ên şaredariyê nivîsand. Ahmet Turk, dema deynê wê aşkere kir, diyar kir ku MARSU ya ku mehane hatina wê 6 milyon e, bi 620 milyon tl xistiye bin deynan.    Di belgeyan de derket holê ku Şêwirmendê Walî Bulend Erdoul 246 hezar TL bertîl xwariye. Bi belgeyan derket holê ku şêwirmendê Walî û Qeyûmê şaredariya Bajarê Mezin Mustafa Yaman Bulent Erdolu ji şîrketa ku maşîne jê kirê kirine ruşwet/bertil xwariye. Di bin navê "komîsyona fatûreyê de" ji Şîrketên Turkuazlar Turizm, Gida, İnşaat, Petrol, Nakliyat, Şîrketa Sanay û Ticaretê bi sed hezaran TL bertîl xwariye. Heta salekê çerxa bertîl/ruşvetê berdewam kir. Di ekstreyên hesab de derket holê ku piştî fatûreyê ji bo maşîneyên walî û qeyûm şandiye fatûre birîne û pere li ser hesabe şewirmend razandine. Walî û qeyûm ku fatûreyên ji şaredar re birîne, bi mûnere kirine û bi navê “komisyona fatûreyan" qeyd kirine. Ev çerxa bertîlê ji sala 2017'an dest pê kiriye û heta Adara 2018'an berdewam kiriye.    246 HEZAR Û 545 TL BERTÎL HATIYE DAYÎN    Firmayê di sala 2017'an de 176 hezar û 545 TL, û di sala 2018'an de jî 70 hezar TL bi giştî 246 hezar û 545 TL bertîl li ser hesabê Erdolu razandine. Di karê ewil ê Firmayê de li beşa vegotinê ya li ser ekstreyên hesab de “Komîsyona Çile ya Bulent Erdolu" nivîsandine. Pereyên ku fîrmayan li bankayan razandine jî di nava çend rojan de hatine kişandin.    NAVÊ WÎ WEKÎ 'QEYUMÊ ÇEREZVAN' BELAV BÛ    Li gel deynên giran ên qeyûm di nava 3 mehên dawî da xerckirinên ji nivîsgeha taybet a şaredariyê ku kirine jî hat eşkerekirin. Derket holê ku qeyûm di pêvajoya hilbijartina xwecihî de ji bo hatina pêşwazîkirina wezîrên AKP’î milyonek û 588 TL pere xerc kiriye. Pereyê ku ji çerez û qahwê hatiye veqetandin balê dikişîne ser xwe. Rêveberiya qeyûm di meha çile de 34 hezar û 550 TL, di meha sibatê de 73 û 900 TL û dî meha adarê de jî 56 hezar û 100 TL bi giştî 164 û 550 TL ji bo çerez û qahwê xerc kiriye. Li gorî vê yekê di 27’ê çile de ji bo hatina Wezîrê Parastina Millî Hulusî Akar a Mêrdînê ji butçeya şaredariyê bi 40 û 500 TL wesayît hatine kirêkirin û xerckirin. Di 22’ê sibatê de jî ji bo Akar 147 hezar TL pere xerc kirin. Tê gotin vî pereyî ji bo xwarina Akar û yên pêre xerc kirine. Di 12’ê adarê de ji bo hatina Wezîrê Ciwan û Werzîşê Mehmet Muharrem Kasapoglu û yên pê re jî ku hatine Mêrdînê li ser xwarin û lêçûyînên wan 169 hezar TL hatiye xerckirin.    JI BO AKP’IYAN 608 Û 750 TL HAT XERCKIRIN    Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu di 19’ê çile de çûye Mêrdînê. Ji bo hatina Soylu di bin navê “xizmetê” de ji butçeya şaredariyê 247 hezar TL pere hatiye xerckirin.  Ji bo hatina Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Haluk Haluk Dursun ê di 19’ê sibatê de çû Mêrdînê 121 hezar û 270 TL pere hatiye xerkirin.  Ji bo Parlamenterê AKP’ê yê Qersê Ahmet Arslan ê di 18’ê sibatê de çûye Mêrdînê ji butçeya şaredariyê di bin navê “xizmetê” de 107 û 900 TL pere hatiye xerckirin. Parlamenterê AKP’ê yê Mereşê Mahîr Unal jî di 12’ê Çile de ji bo xebatên hilbijartinê çûye Mêrdînê û ji bo wî jî 132 hezar û 580 TL pere hatiye xerckirin.    HEQÊ XWARINA KEYAYAN JÎ JI ŞAREDARIYÊ DANE    Qeyûm û walî Mustafa Yaman li Mêrdînê bi keyayên herêma Mêrdînê re civîn li dar xistibû. Ji bo xwarina civîna keyayan ji butçeya şaredariyê 150 û 800 TL pere hat xerckirin.  Di çarçoveya xebatên “Rojên Civaka Sivîl” de 307 û 540 TL pere hatiye xerckirin.      Yaman, di 14'ê Adarê de ji bo çêkirina 20 malên şînê û li gundan bi kevirên parkeyî çêkirina rêyan îhaleyek çêkir. Bedêla îhaleyê 30 milyon lîre ye. Îhale qaşo li gor usûla "vexwandinê" hatiye çêkirin, lê belê tenê daye Şîrketa Nûrpa ku grêdayî Parlaklar Grûopê ye. Piştî vê gelek muetahîdên li bajêr bertek nîşan dan û bi hinceta îhale bi bertîlan hatiye pêşekşkirin û bi nelirêtî hatiye kirin serî li Navenda Ragihandinê ya Serkomartiyê (CÎMER) dan û xwestin mudaxileyî vê rewşê bê kirin.  Muetahîdekî, diyar kir ku bi beramberiya vê îhaleyê di bin navê "komîsyonê" de 6 milyon lîre pere dane rêveberekî AKP'î yê ji Mêrdînê û di navenda giştî ya partiyê de cih digire. Muteahîd, diyar kir ku ev pere jî ji aliyê endamê Meclîsa Şaredariya Artûklûyê yê AKP'î M.A. transferî rêveberê Navenda Giştî ya AKP'ê hatiye kirin.    Yaman ê Waliyê Mêrdînê ve tê birêvebirin, beriya demek hindik ji hilbijartina xwecihî re bimîne eraziyek din bi qîmet derxist ber firotinê. Eraziya ji 513,84 metrekareyî pêk tê li taxa Misûriyê ya Navçeya Artukluyê ye. Erazî li cihê herî ku biçûnehat ê bajêr e. Ji bo erazî dê di 22’ê adarê de bi şêweya “zêdekirina vekirî” îhaleya wê pêk were.  Erazî di nava herî neguhêzbarên girîng ên şaredariyê de cih digire. Erazî hêjayî 3 milyon lîreyî ne. Şaredariyê ji bo erazî 2 milyon 240 hezar û 480 TL bedela texmînkirî diyar kir. Şaredariyê ji bo mîqdara temînata derbasdar a erazî 67 hezar û 215 lîre diyar kir.    Li gorî belgeyên hatin bidestxistin; kesê bi navê Nurullah Çelebîoglu yê nêzî Parlamenterê AKP’ê yê Mêrdînê Cengîz Demîrkaya tê nasîn ji bo firotina erazî daxwazname da şaredariyê. Di daxwaznameyê de tê xwestin ku erazî bifiroşin wî. Tê gotin ku şaredariyê jî li ser daxwaznameyê erazî ji bo firotinê derxistiye îhaleyê.      TORA FIHÛŞÊ AVA KIR   Yaman ê di Mijdara sala 1016’an de ji aliyê Wezareta Karê Hûndir ve weke qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin hat kirin, polîsê bi navê Ercan Ûysaler li Şîrketa Anonîm a Kentê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi cih kir û bibû midûr. Paşê derketibû holê ku Ûysaler bi beramberiya "kadrobûyînê" fihûş li jina xebatkar D.S. ferz kiribû. Li ser vê D.S., Ûysaler gilî kiribû, lê ji ber hin sedeman dev ji gilîkirinê berdabû. Ûysaler ji ber vê bûyerê ji kar hat avêtin. Ûysaler ê bi daxwaza “Teqez îxraçkirinê” sewqî dîsîplînê hat kirin û ji kar hat avêtin.   DERKET HOLÊ KU HEMŞERIYÊ QEYÛME   Di heman demê de derket holê ku Ûysaler hemşeriye Walî Mûstafa Yaman ê ji navçeya Osmancik ê  Çorumê ye. Piştî demekê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê lêpirsîna derbarê Ûysaler de dest pêkiribû û îdianame amade kir. Serdozgeriyê bi tawanbariya "êrîşeke zayendî ya hêsan" îdianame amade kir û Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 1'ê a Mêrdînê jî îdianame qebûl kir. Yekemîn danişîna Ûysaler dê di 3’yê Cotmehê de bê lidar xistin.   D.S., a Ûysaler gilî kiribû, piştî demekê ji ber hin sedeman dev ji gilîkirinê berdabû. Derketibû holê ku Walî Yaman ketiye navberê û D.S. ji ber vê yekê dev ji gilîkirinê berda.