Bedelê canê zarokê 15 salî 128 tl dan malbatê 2019-08-20 09:01:04 DÎLOK – Endamên DAIŞ'ê di 20'ê Tebaxa 2016'an de li Dilokê di nava govenda dawetê de bombe bi xwe de teqandibû û 40 jê zarok 56 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Dadgehê ji bo malbata ku kurê xwe yê 15 salî Orhan Yavuz winda kirind biryar da ku mehê 128 tl meaş bê dayîn.  Di 20'ê Tebaxa 2016'an de endamê DAIŞ'ê li Taxa Beybahçe ya Şahînbey a Dîlokê di nava daweta malbatek Sêrtî de bombe bi xwe de teqandibû. Di bûyerê de 40 jê zarok bi giştî 56 kesan jiyana xwe ji dest dabû. 69 kes jî birîndar bûbûn. Di ser bûyerê re 3 sal derbas bûn. Yek ji kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest da zarokê 15 salî Orhan Yavûz bû. Malbata Yavuz 3 salin hêj bi heman êşê dijî. Malbatê piştî kurê wan Orhan jiyana xwe ji dest da, wêneyê wî li serderiya mala xwe daliqandine. Malbat hestera wî bi wêneyê wî û cilê li malê veşartine derbas dikin.    ‘3 SAL BORÎN LÊ...'    Bav Kasim Yavûz diyar kir ku dema buyer pêk hat li Berwarî ya Sêrtê bû û wiha got: "Dema hevjîna min li min geriya ez ji bûyerê agahdar bûm. Li ser bûyerê ez bi lez vegeriyam Dîlokê. Dema ez hatim malbat perîşan bûbû. Ez jî perîşan bûm. Ne tenê me kurê xwe winda kir, Ji Berwarî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan. Em hemû xizmên hev in. Me piştî cenaze defin kirin em hatin malên xwe û me şîn danî. Di destpêka bûyerê de rayedarên dewletê gelek caran hatin mala me. Soz dan me. Lê tenê mehekê berdewam kir. Piştî mehek derbas bû êdî em ji bîr kirin û kes bi ser me de nehat. Kesî pirsa me nekir. Di ser bûyerê re 3 sal borîn. Lê ne kes hatin mala me û ne kesî li me pirsîn. Piştî bûyerê min mala xwe ji wê kolanê bar kir. Lê niha ji ber ku xizmên me li wir in em diçin û tên. Her cara diçim wê kolanê êşa min dîsa der dibe. Kurê min tê pêş çavê min."    Bav Kazim Yavuz, anî ziman ku piştî bûyerê doz birin Dadgeha Kayseriyê û wiha axivî: "Ji ber darizandina dozê birine Kayserî em dîsa mexdûr bûne. Em nikarin bi rêk û pêk biçin tev li dozê bibin. Tenê çend kes hatin girtin û çend meh şûnde doz bi dawî kirin. Hin bersûc hatin ceza kirin. Lê êşa dilê me aş nebû. Kurê min hêj 15 salî bû. Tu zerar nedabû kesan. Ev bûyer çima hat serê me? Gunehê me çibû? Em dixwazin rayedar berpirsiyarên esil ronî bikin û wan ceza bikin."   'MIROV 128 TL NADE PARSEKAN'    Bav Yavuz da zanîn ku ya herî zêde wî diêşîne wekî ku meaşek û tazmînatek mezin stendibin nîşan didin û wiha bi dawî kir: "Tenê mehê 128 tl didin me. Niha der barê me de gote got belav kirine. Wekî ku tazmînatek mezin dabe nîşan didin. Lê hemû derew e. Wekî hemû malbatên ku zarokên xwe winda kirine tenê mehê 128 TL meaş didin. Ev pere me nexwestiye. Dewletê da me. Mirov vî pereyî nade parsekan.    Xwişka Orhan Yavuz a 13 salî ku dema bûyer pêk hat 10 salî bû Ayşe Yavuz jî anî ziman ku ji ber birayê xwe winda kiriye pir xemgîn e û niha tenê dixwazin aştî pêş bikeve. Ayşe anî ziman ku wê şevê li dawetê bû û wiha got: "Ez li tawetê bûm. Bi carekê teqînek pêk hat. Ez li pişt xwe zîvirîm, min pêta agir dît. Ez ji piyê xwe birîndar bûm. Piştre mirovekî ku min ew nas nedikir ez rakirim nexweşxaneyê. Birayê min hat ez li neweşxaneyê dîtim. Wê bûyerê bandorek pir xerab li ser min çêkir. Ez dixwazin bûyerên bi êş bi dawî bibin û aştî pêş bikeve. Bila aştî li welatê me belav bibe."