Li Sêrtê êrîşa çekdarî: Kesek mir û kesek jî birîndar bû 2019-08-20 08:51:12 SÊRT - Li Sêrtê, di êrîşeke çekdarî ya li hemberî polisan de kesek mir û kesek jî birîndar bû.   Duh di saetên êvarê de, li taxa Algul a Sêrtê, ji aliyê kesên ku nasnameya wan nayê zanîn ve li dijî polisên ku dewriye davêtin, êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da û polisek jî birîndar bû. Polisê birîndar bi ambûlansê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Polisên ku piştî bûyerê hatin cihê bûyerê lêkolînan kirin. Nasnameya kesê ku jiyana xwe ji dest da jî nehat zanîn.