Dayika Şemiye Elmas Eren wê sibê defin bikin 2019-08-19 21:51:25   STENBOL - Cenazeyê Dayika Şemiyê Elmaz Eren a 88 salî ya 39 salan li aqûbeta kurê xwe Hayrettîn Eren pirsî û îro jiyana xwe ji dest da, wê sibê li Stenbolê bê definkirin.    Dayika Şemiyê Elmaz Eren a ji bo aqûbeta windayan bipirse 751 hefte ne li Qada Galatasarayê û pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê tev li çalakiyên Dayikên Şemiyê dibû, bêyî aqûbeta kurê xwe fêr bibe û bigêje hestiyê kurê xwe Hayrettîn Eren, li mala xwe ya Avcilarê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Eren wê sibê li Stenbolê defin bikin.