Li Nevşehîrê karkerên çandiniyê qeza kirin7 karker mirin û 11 kes birîndar bûn 2019-08-19 20:23:59   NEVŞEHÎR - Li navçeya Acigol a Navşehirê karkerên çandiniyê qeza kirin. Dolmîşa ku Musa Altinok ajokariya wê dikir û TIR'a  Ferhat Karaman ajokariya wê dikir li hev qelibin. Di qezayê de 7 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 11 karker jî birîndar bûn.   Li Navçeya Acigol a Nevşehîrê Dolmîşa karkerên çandiniyê û TIR li hev qelibîn. Di qezayê de karkerê dolmîşê Musa Altinok û Nazlı Parmak (51), Emmeni Hamid (45), Fatma Cuma (29), Visal Suleyman (15) û Dede Çaldir (44) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Yavuz Parmak (49) jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Karker Arif Arisut (32), Melek Suleyman (29), Nasır Îlyasî (17), Abdulkerim Cuma (29), Fatma Ala Abdullah (12), Emre Deliktaş (29), Mehmet Karataş (69), Mustafa Kizilirmak (43), Meryel (15), Emel el Huzeym (17) û Nuh el Mehsimi (17), bi ambulansê rakirin nexweşxaneyên cuda.