HDP dê sibê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî bide 2019-08-19 17:24:36 AMED - HDP, li dijî tayînkirina qeyûman a şûna hevşaredarên şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê dê sibê bi beşdariya Hevserokê Giştî Sezaî Temellî, parlamenter û hemû hevşaredaran, li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî bide.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê sibê saet di 11.00'an de têkildarî hevşaredarên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînê şûna hatin kirin, li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi awayekî girseyî, daxuyanî bide. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê HDP'ê ve hat dayîn, dê Hevserokê Giştî Sezaî Temellî, hemû parlamenterên herêmê û hemû hevşaredaran bajar û navçeyan, endamên meclisa şaredariyê û rêveberên bajar û navçeyan ên HDP'ê beşdarî daxuyaniyê bibin.    ÇALAKIYA DENG DERXISTINÊ   Li aliyê din HDP'ê biryar da ku li dijî tayînkirina qeyûman, dê her şev saet di 08.00'an de çalakiya deng derxistinê, li dar bixe.