Saziyên navneteweyî fikir dan DMME'ê: Girtina wekîlan binpêkirina mafan e 2017-11-25 11:19:57 ENQERE – Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropa, Yekîtiya Navbera Parlamentoyan û ARTICLE 19, der barê wekîlên HDP’ê yên girtî de fikrên xwe bi DMME'ê re parve kirin û diyar kirin ku girtina wekîlan binpêkirina mafan e. Saziyan diyar kirin ku “destnedayîn" xerab hat destgirtin Piştî destnedayîna wekîlan, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş û Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag jî di navde 15 parlamenterên HDP'ê hatin girtin û hêj 9 parlamenterên HDP'ê girtî ne. Der barê girtina parlamenterên HDP'ê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) ji bo parastinê ji hikûmetê dem xwest û ev dema hatibû xwestin bi dawî bû. Der barê nerînên saziyên navneteweyî yên mudaxîlê dosyayan jî heta 5'ê Kanûnê dem xwest. Têkildarî mijarê Komîserê Mafên Mirovan a Konseya Ewropa (AKİHK) Nils Muiznieks, Yekîtiya Navbera Parlamentoyan (IPU), Rêxistinên Civaka Sivîl ARTICLE 19 û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) nerîn, fikr û pêşniyarên xwe ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) re şand û dosta tev li dosyayên din bûn. Saziyan, diyar kirin ku girtina wekîlan "Gavek siyasî ye" bi girtina wekîlan re hem mafê siyasî û hem gelek mafên din hatiye binpêkirin.    AKÎHK, di nivîsa xwe ya fikrê de piştî darbeya Tîrmeha 2016’an îlana OHAL'ê û rakirina destnedayîna wekîlan wan dixe nava fikarê û wiha got: "Bi vê guhertina zagonê destnedayîna 154 wekîlan hat rakirin. Em vê guhertinê wekî hewldanek xerab dibkînin. Ev tedbir tevî ku ji bo hemû wekîl û partiyan hatiye qebûlkirin jî tenê li dijî wekîl û partiyên muxalif û bi taybetî li dijî HDP'ê bê sînor mirovan dixe nrava fikaran. Ji 59 wekîlên HDP'ê destnedayîna 55 wekîlan hat rakirin. Bi rakirina destnedayîn û girtina wekîlan mafê nûnertiya wekîlan a li ser hilbijêran ji holê rabûye. Ji ber wekîl hatine girtin mafê wan ê parastinê hatiye sînorkirin. Mafê girtiyan ji ber OHAL'ê hatiye binpêkirin. Ne tenê wekîl, hemû hilbijêrên ku di rêveberiyên herêmî de hatine hilbijartin bi taybetî li bajarên Rohilat, nûneren saziyan, rojnameger û akademisyen dengê wan û vîna wan hatiye binpêkirin.  Li Tirkiye serxwebûn û azadiya darazê zerar dîtiye. "    IPU, jî diyar kir ku bi vê guhertinê destnedayîna wekilan lawaz bûye û wiha got: "Bi taybetî lêpirsîna der barê wekilên HDP’ê de azadiya raman û îfadeyê ya wekîlan û destnedayîna wekîlan bi sînor û lawaz kiriye. Darizandina wekîlên HDP'e ya girtî me dixe nava fikarên mezin. Dîsa mafê hilbijêran a nûneriya parlamentoyê jî ji destê wan digire.    ARTICLE 19, jî anî ziman ku dozên der barê wekîlan de hatine vekirin, bi taybet tê armanckirin ku wekîlên muxalif bêdeng bike. ARTICLE 19, destnîşan kir ku zagonên ceza bi taybetî piştî hewldana Tîrmeha 2016'an bi awayekî keyfî dikeve meriyetê.    MA / Hayri Demir