28 baroyan bertek nîşanî qeyûm da: Dev ji pêkanîna nehiqûqî berdin 2019-08-19 16:46:53   AMED - 28 baroyan li dijî jipeywirgirtina hevşaredarên HDP'î daxuyaniyeke hevpar da. Baroyan xwest ku dev ji pêkanîna nehiqûqî bê berdan û hevşaredarên ku ji peywira xwe hatin dûrxistin, careke din vegerin ser peywira xwe.    Baroyên Amed, Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî di nav de baroyên 28 bajaran, bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî ji peywir girtina hevşaredarên şaredariyên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê da. Baroyan di daxuyaniya xwe tayînkirina qeyûman a sala 2016'an bi bîr xist û diyar kir ku careke din nehiqûqiyên piştî darbeyan li Tirkiyeyê ketine meriyetê.  Baroyan ragihand ku biryar tundiya îdareyê ya li ser darazê ye û xwest ku dev ji pêkanîna nehiqûqî bê berdan û hevşaredarên ku ji peywira xwe hatin dûrxistin, vegerin ser peywira xwe.