Li Amedê protesto didomin 2019-08-19 16:13:45 AMED - Welatiyên ku bertek nîşanî ji peywir girtina Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli didin, li gel mudaxaleyên tund ên polisan jî çalakiyên xwe didomînin. Di çalakiyan de hin welatiyan xwe li erdê dirêj kir û hewl dan bi vê yekê TOMA'yan rawestînin.  Li Amedê bertekên li dijî jipeywirgirtin û tayînkirina qeyûm a şûna Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli didomin. Welatiyên ku li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya li Kolana Xarpêtê li hev kom bûn, rastî mudaxaleya polisan hatin. Polisan bi ço û ava şid mudaxaleyî welatiyan kirin. Di vê navberê de Endamê Baroya Amedê Parêzer Serhan Ozdemîr mudaxaleya polisan bi çepikan şermezar kir. Dema ku polisan hewl da Ozdemîr binçav bikin, serokê berê yê Baroya Amedê Ahmet Ozmen bertek nîşanî polisan da.   ÇALAKIYÊN KOLANA LÎSEYÊ   Di çalakiyên ku li tevahiya rojê li Kolana Lîseyê berdewam kirin de, ji ber mudaxaleya polisan hin welatî birîndar bûn. Welatiyên ku polisan mudaxaleyî wan kir, timik dûrişmeyên mîna "Em natirsin, serî danaynin" , "Amed ranezê li vîna xwe xwedî derkeve" , "Em bi têkoşînê bi ser kevin" berz kirin. Welatiyên ku li Kolana Liseyî bi israr çalakiya xwe domandin, cara 3'yemîn rastî mudaxaleya polisan hatin. Ji ber ku 4 TOMA'yan bi hev re avê reşandin, hin çalakger ketin erdê û birîndar bûn."   XWE LI ERDÊ DIRÊJ KIRIN TOMAYAN ASTENG KIRIN   Her wiha ji ber mudaxaleya polisan camên gelek dikanan şikiyan. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Mûsa Farisogûllari û Saliha Aydenîz jî li Kolana Lîseyê rastî mudaxaleya polisan hatin. Li ser vê yekê hin welatiyan pêşiya TOMA'yan girtin û nehiştin ku bi pêş ve biçin. Her wiha hinek welatiyan jî xwe li erdê dirêj kir û derbasbûna TOMA'yan asteng kir.    BI KOLM Û PİHÎNAN ÊRÎŞ KİRİN   Çalakgerên ku cara 4'an rastî mudaxaleya polisên hatin, ji aliyê polisan ve hatin dorpêçkirin. Di dema mudaxaleyê de polisan bi kulm û pihînan li hin welatiyan da. Welatiyên ku ji Kolana Lîseyê veqetiyan, çûn ber avahîya HDP'ê ya bajar.