Gul û Davûtoglû jî bertek nîşanî qeyûman dan 2019-08-19 15:16:09   ENQERE - Serokkomar û serokwezîrên berê yên AKP'ê Andullah Gul û Ahmet Davûtoglû bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê dan.    Serokomarê 11'emîn Abdullah Gul û Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû jî bertek nîşanî ji peywirgirtin û tayînkirina qeyûman a şûna hevşaredarên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê dan. Gul li ser hesabê xwe yê Twîtterê tkildarî mijarê ev parvekirin kir: "Ji peywir girtina 'bi vî rengî' ya şaredarên ku hê nû hatine hilbijartin, ji bo demokrasiya me qet rast nebûye."     Piştî vê parvekirina Gul demeke kurt Davûtoglû ku amadekariyên partiyeke nû dimeşîne jî têkildarî heman mijarê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxauyanî da û ev tişt anî ziman: "Jipeywirgirtina hevşaredarên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê ku di hilbijartinên beriya niha demek kurt de hatibûn hilbijartin, li dijî rihê pergala demokratîk e. Kesên bi hilbijartinê hatine çûyîna wan a bi hilbijartinê, pêwîstiyeke vîna neterweyî ye. Heke tevlîbûna wan a hilbijartinê derveyî qanûnan e, divê Saziya Hilbijartinê ya Bildin (YSK) vê yekê berî hilbijartinê binirxîne. Elbet têkildarî sûcên piştî hilbijartinê jî tevdîrên pêwîst dikarin bên girtin, Lê divê şertên vê yekê destpêkê bi awayekî hiqûqî pêk bên. Tişta esas mafê bijartin û hilbijartinê ye. Ev biryar, weke feydeyê negihîne aştiya civakî, dibe ku xesarê bide têkoşîna li dijî terorê jî. Têkoşîna bi bandor a li dijî terorê, bi binpêkirina nûnertiya demokratîk nayê dayîn, bi têketina dilê gel dikarê bê dayîn."