ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-19 09:00:53 * Xizmên windayan, bal kişandin ser peyamên “Aştî û çareseriyê” yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotin: “Ocalan dikare çekan bêdeng bike. Ji bo vê jî divê dewlet gav bêje.” *  Berdevkê 78'an Celalettin Can, bal kişand ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a “Ez hebûna vîna ku biryara Ozal nîşan bide lêpirsîn dikim" û got: "Ocalan bi vê banga li Erdogan dike, dibêje "Ez îro dikarim aştiyê pêş bixim û Tirkiye ji nava çirava şer rizgar bikim."    * Bilal Aktaş ê li Amedê dibin kelegerma havînê ya pileya wê 45’an de dixebite û nêzî 12 saetan toza rejiya agirdankê bêhn dike, diyar kir ku şertên vî karî pir zorin û zerarên wê jî pirîn.    * Di ser Komkujiya Beybahçeyê re 3 sal derbas bûn. Parêzer Yakûp Koca, diyar kir ku kiryarên sereke nehatin aşkerekirin û got: "Ji xeynî duakirina ji bo miriyan tiştek nehat kirin."    * Salîhe Saltik ku çû Girtîgeha Îmraliyê û birayê xwe Veysî Aktaş dît, behsa giravê kir. Saltik, diyar kir ku Veysî Aktaş heftê 5 rojan 6 saetan girtiyên din dibîne û got, birayê wê ji bo hevdîtinê gotiye: "Li gor dewletê gaveke erênî ye."    * Piştî Wezir qeyûm tayînî Şaredariyên Wan, Amed û Mêrdîn kirin, li bendê ye li gelek cihan daxuyanî bê dayîn.