Piştî qeyûm tayînî şaredariyan kirin gelek HDP’î binçav kirin 2019-08-19 08:51:56 AMED – Piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê kirin, polîsan li Amedê bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP'ê de girtin û di navde endam û rêveberên HDP ê jî heye gelek kes binçavkirin.    Piştî Wezîrê Karên Hundir Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji peywirgê girtin, polîsan bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP'ê de girtin. Polîsan gelek endam, rêveber û endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP'î binçav kirin.    Kesên hatin binçavkirin û navê wan hat hînbûn wina ne: Rêveberê HDP'ê yê Amedê Kadîr Înanir, Edîp Bînbîr û Alî Îhsan Karahan, Endama MYK'ê ya Partiya Herêmên Demokratik (DBP) Sevîm Bîçîcî, Rêveberê DBP'ê yê Rezan Hayrî Etyemez, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Murat Eminoglu, Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Mehmet Akdogan, Seroka Daîreya Polîtîkaya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê Selda Baran, Endamê Meclîsa HDP'ê  Mesut Bagcik û Burhan Karakoç, Rojnameger Tumen Anli, Xebatkara Şaredariya Amedê Mustafa Akengin û Şiyar Dag, Mahmut Korkmaz, Fevzi Işik, Fuat Yalçin, Endamê HDP'a Çinarê Mahmut Ulus û Fevzi Demirkıran, Endamê HDP'a Bismilê Lokman Bozkur, Endamên Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Naîf Erdem û Yusuf Andan, Hevşaredarê Peyasê Davut Kesen û endamê Meclîsê Nurşen Akbal.