Wezîrê Karên Hundir Hevşaredarên Mêrdîn Amed û Wanê ji peywirê girtin 2019-08-19 07:30:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Hundir diyar kir ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywirê hatine girtin. Di saetên serê sibê de polîsan avahiyên şaredariyan dorpêç kirin û bi ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de girtin.    Wezîrê Karên Hundir diyar kir ku wan Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amed, Wan û Mêrdînê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji peygirê girtine. Di saetên serê sibê de polîsan avahiyên şaredariyan dorpêç kirin û bi ser avahiya şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de girtin. Polîsan deriyê avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê şikandin û ketin hundirê avahiyê.    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli jî diyar kir ku têkildarî ji peywirgirtinê du tebligat ji wan re nehatiye û wiha got: "Polîsan saed di 06'e sibe de derî şikandine û ketine hundir. Ev yek li dijî hiqûqê ye. Ev helwest li dijî Makeqanûnê û pîvanê hilbijartinê ye. Bi vî rengî hemû kesên li Tirkiye dijîn êdî nikarin xwe di bin sîwana hiqûqê de hîs bikin. Ev nêzîkatiya li dijî HDP’ê li dijî nirxên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ne. Dîsa vîna gel hatiye xezpkirin."