Koordînasyona Rojava xwest Tirkiye êrîşan rawestîne 2017-11-25 10:03:54 EFRÎN - Koordînasyona Giştî ya Rojava, têkildarî êrîşên Tirkiye yên li dijî Efrîn û Rojava diyar kir ku Tirkiye hewl dide çareseriya aloziya Sûriyeyê asteng bike û xwest Tirkiye êrîşên li dijî Efrînê rawestîne.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), Koordînasyona Giştî ya Sê Kantonên Rojava derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyek nivîskî da.   Di daxuyaniyê de wiha hat got: “Ligel hewldanên dewletên herêmî û navneteweyî ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê, Tirkiye bi îsrar êrîşî Efrînê dike, sivîlan hedef digire û zagonên navneteweyî bin pê dike. Hikûmeta AKP'ê alîkariya komên çete dike û li dijî gelê herêmên komkujiyan pêk tîne. Êrîş û hefên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê piştî civînên li Socî ku di navbera Rusya, Tirkiye û Îran de pêk hatin zêdetir bûn. Ev yek nîşan dide ku destê dewletên navneteweyî jî di êrîşên li ser Efrînê de hene. Li hemberî van êrîşan gelê me li ber xwe dide. Em êrîşên hovane yên dewleta Tirk şermezar dikin û em bangî hêzên navneteweyî dikin ku beşdarî xebatên çareserkirina aloziya Sûriyê bibin. A herî girîngî jî em bang li hemû gelê xwe yê berxwedêr din ku li dijî van êrîşan derbikevin û rawestînin.”