2 dayikên xwestin zarokên xwe rizgar bikin fetisîn 2019-08-18 16:26:05 RIHA - Li Bendava Ataturk a navbera Riha û Semsûrê 2 dayikên xwestin zarokên xwe ji ava bendavê rizgar bikin fetisîn. Dayik Nevîn Yildirim û Sidika Belen yên bi hawara zarokên xwe çûn di avê de fetisîn. Ji 3 zarokên hatin rizgarkirin 2 zarok rewşa wan giran e.  Malbata ku li Bendava Ataturk li herêma Gundê Arikon ê navçeya Hewagê ya Rihayê çûn seyranê, zarokên wan ketin avê û hindik man bifetisin. Dema zarok ketin avê û bi fetisînê re rû bi rû man, dayikên wan hewl dan zarokên xwe rizgar bikin. Dayik Nevîn Yîldirim û Sidika Belen ên bi hawara zarokên xwe çûn û ketin avê, di avê de fetisîn. Zarok bi alikariya kesên derdorê hatin rizgarkirin û dayik jî di avê te fetisîn. 3 zarokên hatin rizgarkirin, ji aliyê yekîneyên tenduristiyê ve rakirin nexweşxaneyê. Hat diyar kirin ku dewa 2 zarokan giran e. Di lêgerîna yekîneyên rizgarkirinê de cenazeyê Nevîn Yildirim û Sidika Belen ji avê derxistin.    Cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hawagê.