Dikandarên Emînonu yên lehî li wan rabû: Ev ne cara yekemîne, bi salane em dibêjin 2019-08-18 14:43:30 STENBOL - Dikandarên bin pirê yên Emînonu yên duh li Stenbolê lehî li wan rabû, diyar kirin ku ji ber kêmasiyên binesaziyê lehiyê bandorek mezin li wan kir û gotin: “Gelek zirara me bûye. Em dixwazin zirara me bê pêşwazî kirin.” Duh li Stenbolê, piştî taviya barê lehî rabû û ji ber lehiyê gelek zirara madî rû da. Yên ku herî zêde ji lehiyê bi bandor bûn, dikandarên bin pirê yên Emînonu bûn. Dikanaran piştî lehiyê, nû dîtin ku çiqas zirara wan bûye. Dikandarên zirarek mezin dîtin, ji kêmasiyên binesaziyê bi gilî û gazincin.   ‘ME HEWL DA EM CANÊ XWE XELAS BIKIN’   Yek ji dikandarên sûka Emînonu Mucahît Çalişkan, anî ziman ku piştî taviya baranê lehî robû û wiha axivî: “Piraniya amûrên min şil bûn û êdî wê neyin bi kar anîn. Ji ber kêmasiyên xebatên binesaziyê, berê jî gelek zirara me ya madî çêbû. Berî 3 salan, dîsa lêhî rabibû û bi heman awayî min zirar kiribû. Ev yek tim rû dide. Me tenê hewl da em canê xwe xelas bikin. Ger berê xebatên binesaiyê bihat kirin, zirara me evqas mezin ne dibû. Niha di destê me de amûrên sexlam nemane. Piraniya berhemên me çûn zibalê. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekram îmamoglû, hat serdana me. Îmamoglû got ewê zirar me pêşwazî bike. Hatina wî keyfxweşiyek mezin a me.”   AMÛRÊN ME DIBIN AVA LEXEMÊ DE MAN   Dikandar Abdullah Şahîn ê 25 salan li Emînonu dikandariyê dike jî, wiha behsa zirara kirî, kir: “Ji ber lehiyê, zirareke min a 250 hezar çêbû. Dikandarên Emînonu niha nêzî 2 mîlyon xisara wan çêbûye. Ev 20 salin heman tişt tê serê me. Ev 20 salin boriyan paqij nakin. Dema lehî radibe jî, rögar diteqin. Tenê sê derbasdarên wê hene. Ew jî me bi xwe boriyên xwe çêkirin. Divê kanalizasyon bên paqijkirin. Hemû amûrên me dibin ava lexemê de man.”     Mûstafa Yildiz jî, da zanîn ku zirara wan a aborî pir zêdeye û got: “Êdî ezê nekarim amûrên xwe  bi kar bînim. Di destên min de amûrek saxlem nema.”