Li Mêrdîn û Şirnexê operasyon didomin: Polîsan 29 kes binçav kirin 2019-08-18 14:01:43   MÊRDÎN  / ŞIRNEX - Li bajarên Mêrdîn û Şirnexê piştî 15'ê Tebaxê operasyonên li dijî endam û rêveberên HDP'ê berdewam dikin. Ji 15'ê tebaxê heta niha polîsan li Mêrdîn û Şirnexê bi ser gelek malan de girt û bi giştî 29 kes binçav kirin.  Polîsan li Mêrdîn û Şirnexê ji 15'ê tebaxê heta niha bi ser gelek malan de girt û herî kêm 29 kes binçav kirine. Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de li Qoser, Nisêbîn û Mîdyadê şevê din disa bi ser gelek malan de girt û 4 kesên din binçavkirin. Li Mêrdînê heta niha 15 kes hatin binçavkirin. Der barê binçavkirinê de biryara dizî hatiye dayîn. Di 15'ê tebaxê de 11 kes hatibûn binçavkirin. Hat diyar kirin ku 11 kesên hatine binçavkirin wê sibê sewqî Edliyeya Mêrdînê bikin.    15 kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin û li Şaxa TEM'ê ya Mêrdînê tên girtin wiha ne: Îrfan Yakut, Yusuf Abukan, Abdulbari Akalan, Hatîp Oncu, Hamza Agirman, Abdulkadir Tapti, Faysal Taş, Endama Meclîsa Şaredariya Nisêbînê ya HDP'î Zeynep Sevluş û xwişka wê Ayşe Sevluş, Endamên HDP'ê Erhan Mutlu, Nezir Saraç, Salih Sarikaya, Abdullah Çalhan, Maşuk Ayaz û Bariş Belge.   LI ŞIRNEXÊ 14 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Li Şirnex û navçeyên Şirnexê jî di 15'ê tebaxê de 11 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin jê 9 kes hatibûn berdan û 2 kes jî hatin girtin. Li navçeya Hezex, Elkê û Navenda Şirnexe dîsa polîsan bi ser malan de girtin û 14 kesên din binçavkirin. Kesen li Şirnexê hatin binçavkirin wiha ne: Rêveberê HDP'ê yê Şirnexê Sekvan Kilinç, Dindar Cîn û Salih Koluman, Yahya Îdîn, Mehmet Şaran, Cemîl Cin, Selahattin Ataman, Agît Çokdogan, Gul Elarslan, Selamet Zeyrek, Halîl Orcan, Haci Babat, Zeliha ya paşnavê wê nehat hînbûn hatin binçavkirin.     .