Ewil meş dûre konser: Fazil Say bi sirûda Çiyayên Kazê dest pê kir 2019-08-18 12:50:51 BALIKESÎR - Di Nobeta Av û Wijdanê ya bi dehezaran beşdar bûyî de, piyanist Fazil Say bi sirûda Çiyayên Kazê dest bi konserê kir. Berî konserê bi hezaran kes heya qada madenê meşiyan.  Nobeta Av û Wijdanê ya li dijî komkujiya xwezayê ya li Çiyayên Kazê di roja 24’an de dewam dike. Piyanîstê navdar Fazil Say, beşdarî Nobeta Av û Wijdanê bû û konser da. Bi tevlîbûna bi dehezaran kes konserê dest pê kir.    BI HEZARAN HEYA QADA MADENÊ MEŞIYAN   Berî konserê, bi hezaran kesên ji çar aliyên Tirkiyeyê hatin, bi tevlîbûna parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Gel a Komarê (CHP) heya qada madene meşiyan. Girseyê di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bi riha Mûnzûrê ber bi Çiyayên Kazê”, “Çiyayên Kazê yên men û wê yên me bimînin”, “Bi berxwedanê me qezenc bikin” ber  kirin û piştî meşa 2 kîlometre girse li ber qada madê kom bû.  Endamên Koordînasyona Nobeta Av û Wijdanê derbarê qada madene de agahî dan girseyê. Dure bi hezar kes, bi yek dengê stran gotin û paşve vegeriyan qada nobetê.    SILAV JI MÛNZÛR Û SALDA RE     Piştî meşê Fazîl Say dest bi konserê kir. Endamê Komeleya Piştevanî ya Îda Hîcrî Nalbant, berî konserê axaftine kurt kir û wiha got: “Dixwazin pîşesaziya herî qirêj a cîhanê li Çiyayên Kazê ava bikin. Li dijî talana Çiyayên Kazê, tim têkoşîn hatiye dayîn. Ji 60 zêdetir doz hatine vekirin. Em ji vê derê silav ji Gola Salda, Mûnzûr û Çiyayên Mûratê re dişînin. Di şexsê Fazîl Say de em hemû hûnermendên piştgiriyê didin me silav dikin.”   BIR SIRÛDA ÇIYAYÊN KAZÊ DEST BI KONSERÊ HAT KIRIN    Dûre Serokê Şaredariya Çanakkale Ulgur Gokhan axaftinek kut kir û dest bi konserê hat kirin.    Piyanist Fazîl Say li Qada Nobetê ya Av û Wijdanê bi sirûda Çiyayên Kazê dest bi konserê kir. Konser rastî eleqeyek mezin a girseyê hat û kêliyên keyfxweş derbas kirin.    MA / Zemo Aggoz – Esra Solin Dal