Di êrîşa li Kabîlê de 63 kes hatin kuştin, 182 birîndar bûn 2019-08-18 12:15:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Di şahiyeke li rojavayê paytexta Efxanistanê Kabîlê, êrîşkareke xwekujiyê pêk hat. Di êrîşê de 63 kes hatin kuştin û 182 kes jî birîndar bûn. Tevgera Talîbanê êrîş şermezar kir û diyar kir ku destê wan di êrîşê de tune ye.   Li rojavayê paytexta Efxanistanê Kabîlê, êrîşkareke xwekujiyê pêk hat. Di êrîşê de 63 kes hatin kuştin û 182 kes jî birîndar bûn. Hikumeta Efxanistanê ragihand ku di êrîşa duh de ku li dijî şahiyeke li Kabîlê pêk hat, 63 kes hatine kuştin û 182 kes birîndar bûn. AFP`ê li ser zimanê berdevkê Wezareta Hundirîn a Efxanistanê Nesret Rehêmî diyar kir ku di nav qurbaniyan de, zarok û jin hene."